Sekreterê Giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî, ji bo Rûdawê diaxive

mustefa_hijri
‘Opozîsyona kurdî xwedî kêmasî ye, lê ji opozîsyona Îranê xurttir e

Hevpeyvîn: Azad Kurdî
Brûksel (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî, ji navenda{jcomments off}
Polîtburoya vê partiya Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rûdawê axivî. Hicrî pirsên derbarê mijarên cûrbicûr ên rojeva xebata Rojhilatê Kurdistanê bersivandin.
‘Niha proseya jinavçûna hikûmeta Esed destpêkiriye’
Rûdaw: Wisa dixuye ku egera rûxandina hikûmeta Sûriyê gellekî xurt e, lê Îran bi taybet û Rûsya û Çîn jî pê re, hewlan didin ku Beşar Esed li ser desthilatê bihêlin. Bi nerîna we rikeberiya navbera van sê welatan û rojava û welatên erebî ji aliyekî din berbi çi pêvajoyekê diçe?
Mistefa Hicrî: Sedemek sereke ya jinavçûna hikûmetên dîktator ev e ku valahî û nakokî dikeve hundirê hêzên qirker û pişta xwe didin hikûmeta desthilatdar û tevlî refên gel bibin. Di van du salên borî de ev nîşane ji hêza serkutker a Beşar Esed tê dîtin û roj li pey roj xurttir dibe. Heta di yek, du mehên borî de çend fermanderên bilind ên leşkerî ku xwedî desthilat bûn û ji kesên nêzîkî Beşar Esed bûn, dev ji piştevaniya vê hikûmetê berdan. Ji aliyekî din ve jî, ligel ku Rojava derfetek zêde dan Rûsya û Beşar Esed, ji bo ku dawî li kuştina xelkê sivîl û nerazî bînin, lê Esed qirkirina sivîl û xwepêşanderan dom kir û dike. Ji ber vê yekê zextên mezin ketin ser Rûsya û Çînê ku bi civaka navdewletî re hevdeng bibin û zext û zorê bixin ser rejîma Esed. Têkbirina projeya aştiyê ya Kofî Annan ji aliyê Beşar Esed ve di vê bareyê de pirr bi bandor bû. Loma em dikarin bêjin niha proseya jinavçûna vê hikûmetê destpêkiriye û eger rewş wiha dom bike, di demek kin de ew hikûmet dirûxe.
Pirr car behsa alîkarî û destwerdana hêzên leşkerî yên Îranê di qirkirina xelkê nerazî û sivîl ê Sûriyê de tê kirin. Sedem çi ne ku Komara Îslamî wiha xurt piştgiriya rejîma Beşar Esed dike? Gelo belge destê we hene ji bo vê yekê?
Bi neman û tinebûna hikûmeta Beşar Esed:
-Rejîma Komara Îslamî tekane hikûmeta dostê xwe ya Ereb ji dest dide.
-Nikare bi asanî Sûriyê mîna pirekê bikar bîne ji bo gihandina çek û alîkariyan bo Hizbullaha Libnan û grûpên din ên dostê xwe.
-Nifûz û piştevaniya Îranê li herêmê lawaz dibe, ji ber ku hevkêşe (balans) di wê deverê de bi zerara Komara Îslamî tên guhertin.
Loma Komara Îslamê bi hemû awayî alîkariyê dide hikûmeta Sûriyê. Ew hevkarî evqas zêde û eşkere ne ku gumana kesî ji vê çendê nemaye ku pêdivî bi belgeyan hebe. Îran bi xwe red nake ku alîkariyê dide hikûmeta Sûriyê. Salek berî niha, fermanderê Supaha Quds Qasim Suleymanî, ragehand ku Komara Îslamî li Sûriyê gotina yekem dike û ti kes ji berpirsyarên sûrî li ser vê gotinê mikur nehatin û red nekirin. Ev gotin nimûneyek ji belgeyan e.
Bi baweriya we piştî rûxandina hikûmeta Sûriyê, wê guherîn li Îranê jî pêk bên? Hûn siberoja Îranê çawa dibînin?
Mîna min berê jî behs kir, rûxandina rejîma Sûriyê dibe sedem ku guhertin di hevkêşeyên siyasî de li herêmê di asta navdewletî de pêk were û ev pêvajo bi zerara Komara Îslamî temam dibe. Loma hilweşandina wê hikûmetê dikare bi bandor be ji bo qels û lawazkirina pêgeha Komara Îslamî ji aliyekî û bihêzkirin û hêvîdarbûna xelkê nerazî yê Îranê ku bi şiyana xwe desthilata Komara Îslamî li Îranê biruxînin.
‘Hikûmetên Rojava behsa guhertina rejîma Îranê ligel opozîsyonê nakin’
Vê dawiyê we serdana Amerîka û Brîtanyayê kir. Hûn bi fermî hatibûn vexwendin? Gelo planek Rojava ji bo sîstema dahatû ya Îranê heye?
Heta niha hikûmetên Rojava bi giştî bawer in ku bi gotûbêj, zext û ambargoyan li dijî Îranê di warê siyasî û aborî de dikarin Îranê neçar bikin ku dest ji meyandina Uraniyûmê berde û bi kiryar jî li ser vê planê dixebitin. Loma heya niha bi ciddî behsa guhertina piştî rejîma Îranê nakin, an aliyê kêm ligel me wek hêzên opozîsyonê behs nakin.
Çi plan û stratejiya PDKÎ heye ji bo pêşeroja siyasî ya Îranê, bi taybet bo bidestveanîna mafên neteweyî yên gelê kurd li vî welatî?
Li pey kongreya 13. ya partiya me, dirûmşa siyasî ya me bo dahatûya Îranê pêkanîna Îranek demokratîk a federal e ku di wê çarçoveyê de hemû netewe û yek ji wan Kurd dibin xwedî hikûmetên otonom û bi awayekî xweser karûbarên navçeyên xwe rêve bibin û li gor qanûna bingehîn a demokratîk di desthilata navendî ya Îranê de jî beşdar bin.
Ji wê demê pê de em li ser vê bernameyê kar dikin ligel dost û hevpeymanên xwe ku hevalbendiya me pêkhatiye ji yekîtî û hevalbendiyek di navbera beşek berçav a partî û saziyên neteweyên Îranê de bi navê `Kongreya Neteweyên Îrana Federal`.
‘Ji bo rûxandina Komara Îslamî, hevgirtina opozîsyona Îranê xala sereke ye’
Gellekî behsa êrîşa leşkerî bo ser Îranê tê kirin. Li gor we Îran bi êrîşa leşkerî wê birûxe yan bi rêya şoreş û serhildana navxweyî mîna raperînên ku di bihara erebî de pêk hatin?
Ji bo rûxandina Komara Îslamî, hevgirtina opozîsyona Îranê û xebata hemû aliyan li dijî rejîmê xala sereke ye, lê pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya hêzên biyanî bo serkeftina wê xebatê heye û pêdivî ye ev du bername bi hev re pêşde herin.
Niha rewsha hêzên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê di asta opozîsyonê de çawa ye?
Giranî û qursiya hêzên opozîsyona kurdî bi berhevdan ligel opozîsyona giştî bi tevahî xuya û berçav e, lê ew ne bi vê wateyê ye ku opozîsyona kurdî di rewşek dilxwaz û baş de ye. Di vê bareyê de kêmasî gellek hene û rewş ne cihê razîbûnê ye, opozîsyona kurdî di vê qonaxê de dikarî ji vêya ku heye yekgirtîtir û bihêztir be.
Wisa tê xuyakirin ku hêzên neteweperest ên îranî li hemberî xwestek û daxwazên siyasî yên Kurdan û neteweyên din ên Îranê bê bal in û naxwazin modelek federal hebe li wî welatî. Gelo di dawî de ewê bi çespandina mafên neteweyî di sîstemek federal de razî bibin? Hûn dahatû çawa dibînin?
Rastî ev e ku ti yek ji gelên tirk, faris û ereb ne ewqas demokrat in ku desthilata xwe ya dehan û sedan salî ya zordar bi ser Kurd û neteweyên din yên stemlêkirî re parve bikin. Loma tişta ku di vê navberê de pêvajoyê yekalî dike ji aliyekî yekîtî û hêza Kurdan bi xwe ye û ji aliyekî din jî guhertinên navnetewî û herêmî ne. Lewra di dema niha de hevgirtin û xurtbûna Kurdan bi giştî, û li her parçeyekî jî bi taybet, bêhtir ji her çaxekî giring û çarenûssaz e.
Heyamê çend salan dibe ku partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê hewla pêkanîna eniya hevbeş a Kurdistanî didin, lê heta niha ti encameke pozîtîv jê derneketiye. Asteng û pirsgirêk çi ne?
Li gor min astenga sereke li ser pêkhatina eniya yekgirtî di navbera opozîsyona Kurdên Îranê de vedigere ji bo wan perçebûnan ku di dema 5-6 salên borî de di nav hêzên serekî yên opozîsyona kurdî de qewimîne û hilgirtin û lixwekirina navê partiya dayîk û eslî ji aliyê wan aliyan ku veqetiyane. Dirûşm gotin ji bo pêdivîbûna yekîtiyê ji aliyekê û pêkanîna astengan li ser rêya çêkirina eniya hevgirtî du tishtên ne guncaw in, loma heta niha encamek pozîtîv ji wan hewildanan derneketiye.
We ragehand ku hûn amade ne ligel aliyê hemberî xwe, ku 6 sal berî niha ji PDKÎ veqetiyan, gotûbêjan bikin bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera we de û herwiha daxwaza we ji bo vegeriyana wan bo nav PDKÎ. Hûn niha jî amade ne li ser daxwaz û biryara xwe?
Me hevalên ji PDKÎ veqetiyabûn vexwendin, daku tevlî partiyê bibin û em hev bigirin û hemû bi hev re beşdarî kongreya 15. bibin ku bi zûyî tê lidarxistin û hemû biryarên kongreyê bipejirînin. Bi kêfxweşî hejmarek ji hevalan piştî wê bangewazê tevlî PDKÎ bûn, niha jî em li ser wê daxwaza xwe tekez dikin. Ji xeynî wê, em mijûlê amadekirina gelaleyekê ne ku piştî pejirandina wê em bikarin nêzîkî hevalên xwe bibin û bi awayekî rê bo gotûbêjan ligel hev vekin
کاتالۆگ