Îlam , di serdema şoreşa Rênoyê de


Parêzgeha Îlamê  bi pantahiya 19044 kîlometir û bi 620 hezar nfûsê, her weha bi pêkhatiya 8 bajaran , li roava yê îranê ye, zimanê akinciyên wê deverê Kurdiya jêrîn , ango Feylî yemetin_rojhelat13

.

Şoreşa Rênoyê yek ji xalên balkêş di dîroka Îlamê ye , ev bûyera dîrokî bû sedema yekgirtin  û hevkariya dinavbera Eyalet û tayifeyên Kurdî li navçeyê.

Hilveşîna  silsileya Qacariyê û bi desthilat gehîştina Riza xan, di rastî de tê wateya, bi dawî hatina hikûmetên Mulûk El- Tewayifî yên Îranê, weke Waliyên Piştkuh û hikûmeta Şêx Xezel li Xûzistanê.

Riza xan jibo bi hêzkirin û yek deng kirina desthilata xwe, artêşeke yekrîz damezirand  û berfireh kir û waliyên Eyaletan xiste bin kontorola xwe , parleman ket  bin emrê wî û şoreşa Kurdên Kirmanc/Şikak bi serkrdayetiya Simaîl Axa Simkoyê Şikak têk şikan û bi dana hindek însiyatîfan,  karî serokên tayifeya Bextiyarî û Lor bike hevpeymanê xwe.

Di wê sedemê de li Îlamê Xolam Riza Xan Ebû Qedarê korê Husên Qolî Xan hukmranî dikir û nêzî 20 hezar çekdarên xwe hebû, carcar korên wê, êrîşdikirin ser hêzên Osmanî , Riza Xan dijî hikûmetên Mulûk El-Tewayifî  bû nameyek bo XolamRiza Şand taku  bo guftûgu yan serdana Tehranê bike lê ew ne çû, piştra Riza Xan nûnerê xwe şande Îlamê , lê çi bersiv negirt, Xolam Riza zanî ku serdema   hikûmeta wî bi dawî hatiye lewma penaberê Îraqê bû.

Piştî ku hikûmeta nîv serbixwe ya Poştkûha Îlamê nema , hêzên dewletê bi fermandehiya Sertîp Sadiq Kopal bi 150 hezar Serbazan hatin Îlamê . Sertîp Sadiq  jibo bikaribe navçeyê di bin kontorola xwe de bigire, li gor xwe yasaya bê çekkirina tayifeyan  li her deverê ferzkir.

Piştî salekê li ser hatina hêzên hikûmetê  bo Poştkûhê derbas bû , xelkê wê dewerê yasayên nû, ne dadwerane û desthilatxwazî ye û mafên wan hatiye bin pêkirin.

Di rastî de Riza xan dixwast Nasyonalîzma tundra ya Pan Farsîzmê li her derê belav  bike û jibo vê yekî jî cilûbergên navçeya Îlamê qedexekir û destûr da xelkê navçeyên kotû çelwar/qat, berkin û komê Pehlewî bidin serê xwe.

Êla Melikşahî yek ji êlên here mezin ya Poştkûhê ye , ji serokê Êlê re dibêjin Tûşmal, serokê Tayifê Kedxodaye  û her tayfeyek ji çend Bine yan pêk tê .

Serok û xelkên Melikşahî di serdema hikûmeta waliyan  Poştkûhê, her tim li dijî zolmê û bê edaletiyê rawestane û di  wê barê de xwedî dîrokekî zêrînin.

Zolma dewleta navendî li Îlamê her ku dişû zêde dibû lewma xelkê navçeyê hawar xwe bo yek ji kesayetiyê here bi nav bangê Îlamê Şah Muhemed yarî birin, Şah Muhemed ê Yarî yek ji mezinên Êla Melikşahî ye û di şerê li dijî Osmanî û Ereban de xwedî nav bû.

Şah Muhemed bi hevkariya hindek serok Tayifeyln din ji sertîp Kopal xwastin taku bi awayeke dadmendane digel xelkê navçeyê tevbigere, lê  Kopal di beriva wan de got mafê we nîne di karûbarê hkûmetê de mûdaxele bikin, ev bersive bû sedema  yekemîn çirûska  hizra şoreşê  digel Şah Muhemed û xelkê Îlamê.

Şah Muhemed Yarî bi hevkariya Xolam Riza li Îraqê û Reşîd El-Soltan ê Kurdistanî  zemîneya şoreşeke berfireh li Îlam, Kirmaşan  û Kurdistanê Ava kirin.

Her weha Xolam Riza Xan ji serokên Êîa Bîranwend yên Loristanê daxwazkir taku bi Îlamiyan dijî artêşa hikûmeta Navendî şer bikin.

Jiber ne aramî û pevçûnên ku di wê serdemê de li sertaserî  Îranê li dijî Şahê Îranê rû dabûn , serkutkirina şoreşa Îlamê di aliyê Şah ve dijwar bû.

Şah Muhemed Yarî bi piştîwaniya Êîa Poştkûhê  û her weha serokên Melikşahiyan , êrîşbirin e ser binkeyên  Emîr Abad, Koncançkom , Salih Abadê û  di encam de gelk çek û teqemenî bi dest xistin.

Tê gotin ku Şah Muhemed hijmareke gelek çek jî bi rêya Xaniqînê li Kurdistanê komkirin û her weha korê waliyê berê jî Elî Qolî Xan Sarim El- Seltene ku cîgirê Kopal  li Dêhloranê bû tewî 200 çekdaran tevlî şoreşa Îlamê bû.

Şoreşa Îlamê di naveroka xwe de dikarî weke şoreşeke sertaserî û netewî rola xwe bilîze ger ku hemû parêzgehên Kurd û sînornişîn tevlî wê biban.

Piştî  serkefina şerê Husên Abadê, xelkê Îlamê bi serkirdayetiya Şah Muhemed bi şoreşê re hêvîdarbûn, lê dizanîn ku dewleta navendî ,hêzekê  çekdar , li aliyê bakûr û rêya Kirmanşanê ji bo serkutkirina wan  bişîne.

Şah Muhemed Yarî bo rêgirtina artêşa Riza Şah rewaneyî Îslam Abad Û Kirmanşanê bû û bi çekdarên xwe li gerûya/gewriya RÊNO yê bicîh bû. gewriya Rênoyê gelek asê bû û jibo xwe parastinê bê eyib bû. di heman demê de nezî 300 çekdarên din jî rewaneyî  Çar Mile li Kirmanşanê bûn.

Li gor agahiyan dewletê jî , hêzeke piyade û siware li Xorem Abadê û hêzeke din li Kirmanşayê  bi fermandehiya Hac Elî Rezm Ara bi topan çekên giran çande navçeyê.

Ew her du hêz li nêzî bajarê Eywanê li gundê Serab Bazan rastî hev hatin û şereke dijawr destpêkir , piştî şer û pevçûn û hijmarek kuştî û birînadarî , bi sedema bi dawî hatina teqemenî, xirabiya çekan û mandîbûnê/westiyanê û bi taybet dengê ne libar yên topan , bombaranên esmanî hêza Şah Muhemed şikist xwar, yên mayî bi daxwaza serok tayifeyan di rûya asê ya  çiyayê Manişt, Kebîr kûh, Dînar Kûh û baxşahiyê çûne Îraq ê.

Piştî serkutkirina şoreşa Rênoyê , Riza Xan ji bo çandina tovê nifaq û nakokiyê, biryara lêborîna giştî/efûya giştî da, bi wê rêyê ji asta pevçûnan kêm bike.

Weke piraniya şoreşên din yên Kurdan, rola çekdarên navçeyî / yên alîgirên dewletê  ango xiyanet, di serkutkirina şoreşa Rênoyê berçav e,  ya din bikaranîna çekên modern û pêşkeftî weke balafirên cengî û top , ji sedemên bingehîn ya şikista şoreşa Îlamê tê navkirin.

 Piştî lê borîna giştî, Heft kes ji serokên tayfeyên Îlamî di girtîxaneya Kirmaşan  û Îlamê  hatin tîrbaran/kuştin û gelek jî sizaya zîndanê ser wan hat sepandin, di dawiyê de sertîp Muhemed Sadiq Kopal bi telegrafekê bo navnedê, bi dawî hatina hemaseya dîrokî ya Renoyê ragihand.

Di dawiyê de Şah Muhemed Yarî piştî derbaskirina sedemeke jiyaneke pir nalebar li Êraqê bi hevkariya serokê Tayifeyên  Melikşahî û {jcomments off}rizamendiya dewletê , bo Îlamê hate vexweandin, jiber kuştina 5 serokên Îlamî  di nav xelkê ne razîbûnek li dijî dewletê pêkhati bû, dewletê bi vexwandina Şah Muhemed ,dixwast ji bo xwe rewa bûn û mitmanê ava bike.

Bê guman şoreşa Renoyê, ji ber hindek sedeman,  cîhê xwe dinav şoreşên Kurdewarî de wunda kiriye, di rastî de şoreşa renoyê , jî weke şoreşên din yên rojhilatê Kurdistanê, li dijî siyaseta piroseya  dewlet-millet /netewe yê Riza xanî serî Hilda.

Metîn Rojhilat

Çavkanî; Şoreşa Îlamê/Ebas Muhemedzade

نوێترین بابەت و هەواڵ
ئارشیو