Pêdivîya gelê Kurd di vê qonaxa xebata neteweyî de . Husên Nazdar

bîr û hizrên rehaxwaz û neguher û kevneşop perest, di sed salên bihorî de hertim hizrên xelkê xelitandine û di civaka Kurdistanê de yê bûne hegera pêşnekevtinê û derbeyekî giran ji biyava zanist û zanebûnê xistinehosain_nazdar_0
.

Parek ji alîgrên hizrên olnedar hewla sepandina hin tiştên ron û eşkere û rastîyên rêjeyî weke reha, neguher û pîroz bi ser xelkê de dane, ji aliyeke din ve jî hene oldar û alîgrên hizrên olperest ku ji ber hebûna ramanên pir ji alozî û tevlîhev, tev aliyên endîşe û ramanên gelê Kurd bi efsane û çîvanokan re grêdane û hebûn û nebûna gel bi wan tişt û efsaneyan ve şirove kirine ku di encam de tirs, cado û sehir bûne asteng ku gelê Kurd bo başkirina rewşa jiyana xwe weke hewce nekarin ji zanist û têgehên rast ên derdora xwe mifahê wergirin. Sed sala ٢١‌‌’an ku serdemê desthilata zanîyariyan, serdestiya aqil, sikolarîzm, pir rengî, tev alî bûnê û hizrên cuda ye, mafê dana hukmekî reha û neguher ji tu felsefe, ol, raman û desthilatekê re bo hertim nahê parastin. Her felsefe û hizrek ku serkut û tunekirina bîr û rayên cuda û newekhev bi erk yan kiriyarekî pîroz bizanin, li djî azadî û mafên mirovn in û jîyê van ne ewqas dirêj dimîne. Di hember de hizr û endîşeyên ku ji çavkaniya pêdivyên serkevtin û zalkirina eqlanîyet û serdestîya gel û azadyên civakê di herikin, xwediyê bandor û şûnewarekî taybetin. Ji bo nehêştina hizr û bincên kevneşop perest, neguher û efsane bawer û ji holê rakirina şûnpê û şûnewarên aydiyolojiyên reha hez û neguher, pêdiviya gelê Kurd bi aqil û bîr û rayên azad û rêjeyî, hizrên rexnegir, rexnegiriya azad û biwêr, rexneyên karsaz, lêkolînvanên bi hêz, çav vekrî û bîrmend, dem û dezgeh û çavkaniyên bihêz û çalak yên zanistî û vekolînan, dem û dezgehên ragihandna azad, serbixwe û berpirsiyar, ji hemû demekê zêdetire.
Em di hezarsalên sêhemîn û çaxê bi cîhanî bûna zanîyariyan û di heyamê bi hevrebûnê de djîn ku di encama pêvajoya bi cîhanî bûna peyvendyên nûjen de xelkên seranserî dinyayê ji sîstema cîhanî ya zanîyariyan de beşdarin. Pêvajoya bi cîhanî bûnê û pêşesaziya ragihandinê gellek bi lezgînî hevgirtine û ragihandinên gştî pêşkewtin û geşekirin yê kirine xeyalên dem û gawên jîyana mirovan û hertim pêkhateya hizrîn mirov bi awayên nû diguherin. Dem û dewran bi hevre girêdane û cîhan ji vê hindê biçûktir kirine ku em dihesbînin. Yê bûne çav û guhên civakê û ji her kesê re wekhev nûçe û zanîyariyan pêşkeş dikin. çalakyên medîyaya cîhanî berfirehtr ji sînor û çarçoveyên neteweyî, sînorên dewletan jî derbaskirine û bi hevrikî û dijberiya xwe tevî sansor û xelitandinê, zext li ser desthilata dîktatoran hêj zêdetir kirine û ji neteweyên bê dewlet û kêmaniyên neteweyî û syasî re delîveyekî dilxwaz afirandine ku ji bo geşepêdana çanda xwe û bi destxistina armanc û hêvîyên xwe xebatê bikin. dewleta serberedayî ya neteweyî di diniyaya îro de bi vî awayî ye ku dîktatorên şovînîst cihê wan tunne û civaka navneteweyî jî li hember kar û barên hundirê tu welatekê, şerên navxweyî û bi destxistina mafê diyarîkirina çarenivîsa neteweyan de neweke berê çavedêrekî bê helwest e. sedsalên ٢١‌‌’an, dewrana hevsengiyê û necihgire. heyamê guhertina sînorên neteweyî û damezirandina welatên pirr neteweyî ye. Yek din ji taybetmendiyên vî sedsalî cudahiya neteweyî ye. Di vî serdemî de Kurdistan xwediyê hemû taybetmendiyên hevsengiya necîgre û hizra netewexweziya Kurdî rast weke cîhanbîniya Kurdî tê hesibandin. Sînorên destçêkrî derbas dike û digihîje seranserê Kurdistanê. Hewce ye ku di vî serdemî de pênase û hizra netewexwaziyê, berjewendiya neteweyî, serdestî û ewlehiya neteweyî, selmandin û bi destxistina mafê diyarîkirina çarenivîsa neteweyî, bibe mjara sereke ya xebat û tekoşîna gelê Kurd. pêwîste ku gelê Kurd di vê rewşê de peyrewê siyasetekî rastbîn û rêalîst be, hilsengandin û şiroveya ron ji her derfet û biyavekê re hebe, ji parastina hevsengiya hêz û hevkêşeyên siyasî, pêkhate û bûyerên cur bi cur ên herêmî û cîhanî re nihêrîn û berhevdanekî rast û dirust hebe, ji hemû reng û şêweyên xebatê û derfetên siyasî yên herêmî û cîhanî bi li ber çavgirtina qonaxa tekoşînê mifahê wergre, li gorî biha û pirensîpên demokratîk mîkanîzm û rêbaza xebata xwe nûjen bike, têkiliyên nîştimanî berfirehtir bike, peywendiyên xwe tevî neteweyên derdorê xwe û dîplomasiya navneteweyî û têkiliyên xwe bi alyên zilhêz û biriyar bi dest ên cîhanê re di astekî herî bilind de ragire û berfirehtir bike. Di pêxema jordebirin û bihêzkirina hişiyarî û îradeya yekbûna siyasî û ruha nîştimanperweriyê û selimandina şûnasa neteweyî ya Kurdan de hewce ye ku xebata bê rawestan ji bo vejandin û yekalîkirin û diyarxistina sembol û bihayên neteweyî weke ala, srûd, cejin, roja neteweyî û sala Kurdî û roja şehîdên Kurdistanê, bihê kirin. Bêguman dibe ku hizr û zman, biriyar û gotara hevbeş û yekgrtî ya siyasî hebe ji bo piraktîzekirin, destxistin û serkevtinê di parek ji wan erk û armancên han de ku ew jî bi pêkanîn û çalak kirina enîyeka demokratîk, pirr alî û hevgrtî ya Kurdistanî digihîje encamê.

کاتالۆگ