Zeynep Cager: Pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê pirsekê dîrokî ye

. Û di eynê wextê de jî ne tenê di navbeyan me û dagirkerande ye. Ev pirs pirsekî berfireh û divêt di qata yekitiya dewletên navnetewî de jî bêt qal kirin û qebûl kirin. Lewra jî min xwest ez ê binim huzura we û hûnê safî bikin.zeynep_cager

Di rapora me ya pêşkêşkirî de ji bo we zelal û eyan e. Bi kûrtî ez dikarim bibêjim ku li Tirkiya, Îran, Irak û Siryeyê pirs a me Kurdan, nîne. Pirs û pirsgirêka me li welatê me hebûna wan û kiryarên wan yê ne mirovahî ye. Sed sal e, ku li welatê me bi cîh bûne û naçin. Belê, wan li me da em neqediyan û me li wan da ew neçûn. Welatê me ji aliyê sê dewletan ve hatiye zeft kirin.

Warê bav û kalên me kirine werane û kevirek bibêjî li ser keviran nehiştine û bûye kavil û kolxane. Pirsgirêk: li welatê min hebûna wan e. Mal mala min û welat jî welatê min e. Ka çi îşê wan li mala min û welatê min heye? Mîvan bi mîvaniya xwe li mala merivan ji bo çend rojen dimîne, lê belê ev bû sed sal e, ku li welatê min tiştên nema kirin.Nuha jî qala aştiyê, agirbestiyê dikin. Belê, her çiqasi ew ê qalê aştiyê bikin jî, ne rast e. Ne rast e, jiber ku lîztik e. Rast e, her şerek rêya aştiyê vedike û bi xwe re aştiyê tine.

Jiber ku divê li derekê şer were rawestin. Şer mirin e, xwîn e, koçberiye. Na, me berê xwe nedaye welatê tukesî û zeft nekiriye. Welatê me hatiye zeft kirin û zimanê me hatiye qedehe kirin. Zarokên me hatine kuştin û gund û bajarên me hatine bombebaran kirin. Aşitî ji şer çêtrîn e, lê divê agirbestî û aştî jî bi esalet û ezameta xwe be. Ma kî dîtiye agirbestî bi yek alî hatiye dayîn û pejirandin.

Di navbeyna du aliyan de diqewime. Her kes welatek wî heye. Kurd im, welatê min jî Kurdîstan e. Axa wê welatê ji stariya min û zarokên min e. Agirbestî ya yek alî, radestî ye. Tu îtibar û armanca wê, nîne. Heta roja îroîn min nebihîztiye bi yek alî aştî hatiye xwestin û agirbestî çêbûye.Aştî, agirbestî bi du aliyan e, û divê li gel jî mûşahîd hebin. Li paş deriyan û aştî..!? Ciyê ku edalet û hiqûk lê nebe bi kî re aştî û aştiyek çawa…!? Li welatê min rewşenbîr, zana û siyasetçî hene, lê belê haya kesî ji naveroka aştiyê, nîne.

Ji destpêka 1920’an bigre heta roja îroîn li welatê min mêr û mêrxasan ji bo azadiya welatê xwe canê xwe dan. Ev şer teze nehatiye holê û nehatiye dayîn. Aramanca bav û kalên min welatekî serbixwe û azad bû. Her bihostek axa welatê min bi xwîn û xwîdana mêr û mêrxasan di rêya azadiyê de hatiye avdan. Çiyayên welatê min xemgîn û axa welatê min ji xwînê reng girtiye û sor e. Ka çi neqewimiye? Komkujî bibêjî komkujî, xeniqandin, kuştin, revandin, zindan kirin û hwd.

Na! Ne qeder e, lê bûye para me. Me ji tukesî xêr û xêrat nexwastiye û naxwazin jî. Wek herkesî azadî mafê me û em mafê xwe dixwazin. Na, bila ne mafê me ji kesî zêdetirin û ne jî kêmtirin be, çi bûye ew e. Ez ne aligir û endamê tu partî û rêxistinê me. Kurd im, û bes. Belê, ez kesekî bi serbixwe me. Daw û doza netewa min jî, rengê keseyatiya min e. Di destê min de tu çek, nîne. Li welatê we dimoqrasî û ez jî dixwazim ji dımoqrasiyê tahmek bigrim. Rêya dimoqrasiyê rêya heq û xwestina maf e. Ji bo min tiştekî nuh e. Dizanim barê min barek giran e.

Li pişta min giraniya bar û min berê xwe daye dadgeha we. Hêviya min e, û dixwazim hûn hal û ehwalê welatê min bibînin. Edalet ji bo her kesî edalet e. Naxwazim ji edaletê bêpar bim. Min dengê xwe bilind kiriye û naxwazim yê bifetise. Bila her tist eşkere û eyan be. Li welatê we min dest pê kir û dixwazim ew ê xuya bibe ka kî heq û kî neheq e. Jiber ku di rengî xwe de pirs û pirsgirêka welatê min pirsekê navneteweyî û min anî li diwana we danî. Azadî, wek av û hewaye. Azadî serxwebûn e. Azadî maf e. Ez mafê xwe dixwazim jiber ku mafê min e.

Hûn jî baş û baş dizanin ku ka rewşa me çi bûye, çi ye û çawa hatiye vê qonaxê. Haya we ji gelek tiştan heye. Naxwazim zêde kûr û kûr tê de herim û qalê bikim. Hawar hawara me ye. Hawar hawara dayikên me, mirina zarok zêçên me, zilm û zordariya ji aliyê dagirkeran ve hatiye kirin û hîn jî dikin. Dixwazim hûnê dengê mazluman bibihîzin. Ne ez, lê edalet wer dibêje. Jiber ku mirovahî wiha dixwaze. Li Lozanê welatê min kirin sê par. Sinor danîn, mirin bû para me.

Qaşo di peymana Sewrê de qala mafê min hatibû kirin. Lozanê mala min şewitand û konê min ji nav konan rakir. Çawa gilî nekim û neynim zimên. Ka zimanê min? Ka axa min û hebûna min? Jiber vê derdê giran e, ku sed sal e dikim nalîn û dizarim. Zilm û zordariyê qebûl nakim. Me li wan da ew neçûn wan li me da em neqediyan. Ka ji dagirkeran kî dixwaze di rewşa me de bijî? Kî dixwaze welatî wan tawanbar be? Tukes naxwaze di halê xwe de wekî me be.

Ka em ê jiber zilm û zordariya wan di ku de herin? Ka em ê çawa pêsira xwe ji destên wan xilas bikin. Çawa? Ka zagon heye vê zilmê rewa bibîne? Dixwazim bipirsim ka di zagona we de çiyê vê nehqîyê çi ye. Teraziya edelatê dikare rabike? Welatê min payidar kirine, hebûna min qedeh kirine, zimanê min asimile kirine, stranên min dizîne, axa min di xwînê de hiştine. Ka ez ê wek din çi bibêjim û çi nebêjim. Ne dikarim hêstirên çavên xwe vêşêrim û ne jî dikarim jana dilî vemirînim.

Hal û ehwalê min ev e. Jiber neheqî û jana vî dilî min berê xwe da dageha we û gilî dikim. Dixwazim dadgeha we bersiva pirsên min bide. Dixwazim pirs û pirsgirêkên welatê min di diwana we de cih bigre. Dixwazim di qada dewletên navnetewî de ev pirs bêt holê û jê re çareseriyek bêt dîtin. Min arz kir. Arz kirin ji min û qebûl ji we.

Adresa dadgehe:

Bdesverfassungsgericht Schlossezirk. 3

76131. Karlsruhe

facebook a Zeynep….

link a mediya ajans…

کاتالۆگ