"an independent online kurdish website

Li bajarê cenewreyê ya Swîsrayê,yazdehemîn civîna berfireh ya rêxistina navdewletî ya neteweye û gelên bê nûnerabdullah_hicab

(Unerpresented Nations and People Organization, UNPO) , bi amadebûna tewahiya endaman pêk hat û biryardan ki Nûnereke Kurd bo wê rêxistinê bê zêdekirin û bi tewahiya dengên endamên amade di civînê de Kurdekê Rojhilatê Kurdistanê bi navê Ebdula Hîcab hate hilbijartin.

Hîcab weke endamê Hizba Demokrata Kurdistana Êranê, bo PUKmedia ya ragihand;

Ez di karê xwe de wê liser doza Kurd û rewşa Rojhilatê Kurdistanê bikim lê çarenivîsa Kurd bi tewahî bihev re girêdayî ye û ger ku em dinav xwe de yekdeng û yek helwêst nebin , cîhan her bi yek çavê me temaşe dike , ger ez bi tenê bi nêrîna hizba xwe jî bi xebitim nikarim li beramberî rûdanên beşên din yên Kurdistanê bê deng bim û ger ez bikaribim dengê hevbeş ya kurdian di wê rêxistinê de bilind bikem bo min cîhê serbilindî û şerefeke mezin e.

Rêxistina neteweyên bê nûner UNPO di sala 1991 weke çetrek bo wan gel û neteweyan hate damezirandin û navenda wê li Holandayê ye û Yeketiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Parta Demokrata Kurdistanê yek ji damezrênerê wê rexistinê ne.

Ebdula Hîcab li bajarê Urmiyê ji dayîk bûye û piştî çend salan pêşmergatî di sala 1991 `n de li Nerwîçê dijî û li zankoya Osloyê bawernameya zanista Sîyasî heye û endamê desteya rêvebera Kurd PEN Înternational e.

PUKmedia/ 2012-12-03/ 16:51:52

{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی