"an independent online kurdish website

Berî 12 salan me AVESTA li ser kaxetê çap dikiravest_kurd13

.

Bi qasî 10 hejmaran me ew derxist. Me li ew li Almanya bajarê Köln çap dikir.

Me ew hema bêjin dişand her derê. Heta bi Australya me ew bi rê dikir.

Kêfa her kesî jêre hat.

Ew bi dilgermî hate pêşwazîkirin.

Îmkanên me tune bûn, lê di dilê me de bîr û baweriyeke mezin bi xebatê hebû.

Di demeke ne pir dirêj de AVESTA deng da, navê wê gihişte her derê.

Her kesî texmîn dikir ku ekîbeke mezin li pişt derxistina AVESTA ye.

Lê ne îmkan ne jî ekîbeke mezin li pişt me bû.

Em du-sê kes bûn{jcomments off}.

Dema ku çend quruşên ku di berîka me de hebûn, neman, min dest bi weşana wê ya online kir.

Min carekê nivîsandibû, rojê dema ku malpera AVESTA 40-50 carî vedibû ez ji kêfxweşbûnan difiriyam, ji xwe wê demê min her 15 rojan carekê malper nû dikir.

Ji wan salan de serê me bi hinek partiyan re di belayê de bû.

Hinek aliyên siyasî ku pêwîst nake ez li vir navê wan bidim, ji hinek nivîskar û rojnamevanên dost re gotin: Ji Avesta bi dûrkevin, têde nenivisînin!Hinek “dostan” bi carekê pêwendî qut kirin, ew li pey hesabên biçûk çûn.

Hinekan jî guh nedan gotin-motinên vî alî û wî alî û riya xwe bi Avesta re berdewam kirin.Çi yên çûn, ku piştre em dîsa li hev vegeriyan, çi jî yên ku bi me re mana, em hîn jî dost in. Di karê profesyonel de kîn tune ye.Niha Avesta yek ji malperên kurdî yên herî li pêşe di weşangeriya online de.

Her nûçeyeke me rojane bi hezaran caran tê tikandin.

Li her çar perçeyên Kurdistanê, ji hemû dinyayê xwendevanên me hene, di mezintirîn organên medyayê de nûçeyên Avesta dibin çavkanî û jêder.

Em hîn li ser piyan in.

Em hîn li pey bûyeran in. Hîn li cihê bûyerê ne û di nava bûyeran de ne.

Karê me ne hêsan e. Rojnamegerî karekî zehmet e. Ji te re hem dostan hem jî neyaran peyda dike.

Xebereke me li kêfa hinekan neyê te hew dît em bi rengekî ji rengan tewanbar kirin.

Taybetmendiya vî karî jî ev e, tu nikarî her kesî razî bikî.

Lê vaye em berdewam in, bi qasî ku dikarin emê nûçeyên objektîv ji we re pêşkêş bikin, emê hewl bidin li gora derfetên xwe ekîba xwe mezin bikin û bi rastî weke ku gelek dibêjin dema ku em computera xwe vedikin AVESTA tê hember me, em bi AVESTA dest pê dikin û ew favorîta me ye, emê bikin ku Avesta her demê favorîta we bimîne.

Hûn her hebin.

Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA KURD

avesta_kurd12

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی