Li ser biryara vegera Psk bo bak ûrê kurdistanê , me tê kil bi keke Newroz Baver kadroyê kevnare vê partiyê dani u me jê xwest ku hinek basa vegera psk bike kû çi tiştên taze hebûn kûbûne hegera vê biryara hanê
Ev pirsa hanê di rewşa îroye bakûrê kurdistanê de dikare bandorek pir erênî hebe. Psk rêxistinek xebatkar u xwdan derbasbûya tekoşîna neteveî ye u dikare tevî
partê n dine li xwe nêzûk
bikewne xebatek legal u xelkê dora xwe xirve bikin.
Evej î bersiva heval Newroz bawer
…
Biryar 1
Li ser legalîte
Heyamek berê niha Kongra Dehan a PSK civiya. Di Kongra dehan da giftugo li ser proseya siyasiya cihan, navçe û Kurdistanê hat kirinê. PSK ji damezrandinê heya îro, di heyama 41 salan da ji bona azadiya gelê Kurd bi pêgirî xebat kir. Bi gor bîr û baweriya PSK, di encama xebata gelê Kurd û bandora proseya guhartinê, ku bi ser navçeye da girtiye, li Tirkiyê berdewam kirina siyaseta înkar kirina Kurdan êdî ne mimkun e û statuya vê welatê hêdî hêdî têkdiçe. İro di warê xebata legal û demokratîk da zemîn baştir e, ku ev yêka berhema xebata ya salan e û berxwedan û fedakiriyê ye.
Kongra Dehan, li ber ronahiya rastiyên hanê û li ber çav girtina bîr û bawerî û pêşniyarên rêxistin û endamên Partiyê, gihîştiye vê baweriyê, ku legal bûna PSK, ku neçar mabû wekî rêxistinê jêrzemînî kar û xebatê bike, wê pirtir xizmeta doza Kurd bike.
Her wek di deng û basan da hate ragihandin, birêz Sikreterê gîstî yê PSK Mesud Tek 17 vê mehê (Oktober)vedigere welat.
Rêzdar Mesud Tek li ser biryara kongira 10 ya PSK,Kar û tekosina xwe berdewam dike.
PSK 41 sal kar û tekosina xwe ,di gel ew bar û doxên heyî li bakurê û zulm û zext û rênedana dewleta dagîrker, bi dasepandina rewşa îlegalî xebata xwe li hemî alîyên meşandîye û xwe gihandîyê vê qonaxê.
PSK li ser wê bawerîyê ye kû li Bakura Kurdistanê û li sertan serî Turkîyê, şêveya xebatê Xwe bi aşkirayî bi navê xwe xebata xwe berdewam bik e.Ew şertên ku niha li bakûrê xwe dadisepînin, meydana vê şêvêya xebatê xwes dik e.PSK ev yêke her di kongirên xweyên derbazbuyî da hertim tîna ber bahs û xwe bo amade dikir.PSK li ser wê bawerîyê ye xebat li her parceyekê Kurdsitanê da teybetmendêya xwe û pêvajok û sertên xwe diparêze û her ew rêxistin û hêzên wan parcana dikarin biryara xwe bi xwe bidin. Her wusa li dijî desttêwerdana xebata her pareçyekê ye û mafê biryardana wan wek mafekî serekî dizan e.
PSK bê guman her ji nina wêdajî wê xebata xwe li ser sitratejî ya xwe ya heyî bi mesîn e.Ji bo çareserîya mesela Netewî û civakî wê bi askirayî û bi dengê xwe yê raste xwe li nava welat bilind bik et.
Bi sala ne PSK li ser wê bawerîyê ye kû li bakurê şerê cekdarî û tund û tîjî xêr û bêrekê nade doza gel û riya careserîyê aloztir dik e.
Li bakur niha xebata cemawerî ,sivîl û siyasiyê xwe pêşda dibe û şertên deverê û cihanê ji bo vê yêkê amaden e.
PSK bê guman di gel HAK-PAR ê gelek nuqtên hevbeş heye û bi hejmareke berçav ji endam û allîgirên PSK di nava rêfên wê partîyê da kar û tekosîna xwe didomînin. Ji ber kû HAK-PAR ji bo çareserîya mafê Netewî,mafê çareserîyê di sîstema Federalî da dibine û ev jî xaleke bingehîyê ji sitratejîya PSK ji bo rê hela mafê netewî.Her wusa di gel hemû partî û rêxistinên Kurdistanî hazire hevkarî û hevxebatîya xwe berdewam bik e.
Vegeryana Sekretêrê PSK rêzdar Mesud TEK û hevalên wî û li jêr xebata nihênî derkevtina PSK piştî 41 sal kar û tekoşan gelek giring e.
Bê guman wê dewis û tesira xwe li vê qonaxa xebat ê biket.PSK û hemû partîyên Kurdsitanî çucaran bi keyfa dilê xwe xebata veşartî nemesandin e. Lê bi mecbûrî û dasepandina dewleta Dagîrker ku bingehê xwe li ser inkar û Pisavtinê danî ye, meşandin e.Bi keyfxweşî ew dem di serda diçe li bakur û rewsa xwebatê tê guhartin.
Ez dest xweşîyê li PSK û biryarên Kongira wê ya 10 dikim.
DI kar û tekoşîna xwe da her serkevt