"an independent online kurdish website

Zimanê me hebûna me yeCAPK_logo

Roja 21ê Sibatê, Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî, li hemû xelkê Kurdistanê, li dayîkan, wan mamostayên xwezaiye ziman û li hemû wan kes û kesayetiyên ku ji bo parastin, pêşvebirin û vegeşandina zimanê dayîkê têdikoşin pîroz be.

21ê Sibatê, li Çiriya Paşîn ya sala 1999 ji aliyê konferansa giştî ya Rêkxistina Xwendin, Zanist û Kultûrî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve weke Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayîkê hate diyarkirin. Ev roj ji bo rêzgirtin ji xwendewanên Bangalî yên zankoya Dhaka ku sala 1952 di wê rojê de di xwepîşandana ji bo bi fermî nasîna zimanê xwe de ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatibûn kuştin weke roja Navneteweyî ya Ziamnê Dayîkê hatiye binavkirin. Wê demê bajarê Dhaka, paytexta niha ya Bangladeşê yek ji bajarên mezin ên Pakistanê bû. Di wê rojê de Xwendekarên Bangalî ku bi daxwaza bi fermî naskirina zimanê xwe yê zikmakî, “Bangla” weke yek ji du zimanên fermî yên perwerdeyê li Pakistanê xwepîşandan dikirin, ketne ber êrişa polîsê Pakistanê û 5 kes ji wan hatin kuştin.

Diyarkirina rojekê weke roja navneteweyî ya zimanê zikmakî, di heman demê de ku nîşaneya rêzgirtin li şehîdên riya zimanê zikmakî ye, wê rastiyê jî nîşan dide ku parastin, pêşvebirin û bihêzkirina ziman û kultûrên cuda yek ji nirxên hevbeş ên mirovatiyê ye. Lewma roja 16ê Gulana sala 2009 Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi biryara hejmar A/RES/61/266 ji welatên endam daxwaz kir ku: “Ji bo pêşvebirin û parastina hemû zimanên ku ji aliyê gelên cîhanê ve pê tê axaftin têbikoşin”.

Zimanê Kurdî, weke yek ji zimanên kevnareye zindî ku ji aliyê pitir ji 40 miliyon kesan ve, li Bakûrê Xurasanê ve bigre heya nêzîk lêvarên derya Reş pê tê axaftin, îro ji ber siyasetên mehandin û qirkirina kultûrî ya welatên Îran, Turkiye û Sûriyê di bin metirsiya paşde mayîn û ji navçûnê de ye. Wan welatan ku bi komkujî û wêrankariyan nekarîn gelê Kurd û dîrok û hebûna Kurdan tune bikin, niha bi riya êrişa kultûrî, serdest kirina zimanên bîhanî yên Farsî, Turkî û Erebî li Kurdistanê û bi riya fîlm û rêzefîlm û medyayên xwe ve xwe bi ser ziman û nasnameya Kurdî de ferz dikin. Ev siyaset êrişek dijminkarane li ser hebûn û nasnameya neteweyî ya gelê Kurd e, ji ber ku zimanê zikmakî nîşaneya herî xurt a nasnameya neteweyî û sembola diyare pênaseya mirov di civakê de ye.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê bi boneya roja 21ê Sibatê, roja Navneteweyî ya zimanê Zikmakî, digel pîrozbahiya wê rojê, ji hemû xelkê Kurdistanê li her ku dera ku lê dijîn daxwaz dike ku ji ziman û nirxên neteweyî yên xwe xwedî derkevin.

Axaftin bi zimanê Kurdî û xwedî derketin ji nirxên neteweyî şanazî ye, rûmet e, serbilindî ye. 

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê

21ê Sibata 2013{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی