"an independent online kurdish website


Deverên Soma û Biradost xwdan nawendek îdarî bi navê sêrone. Sêro bajêrokek li devera biradosta ku li ser tuxîbê gelîyê diriya a bakûrê kurdistanê ye u nêzîki demjimêrekî li gevera bakûrê kurdistanê dûre.polis_sero


Devera soma pek hatiye li 54 gunda ku hinek jiwan gundane betir li 1000 malî dibe. Her wisa biradost 27 gunde ku di vê deverêdejî gundên li 1000 malî zêdetir hene ku gengeçîn nimûneya wane.

Gori dabeş bûna wilat sêro yekeya îdarîye ku li iranê jêre dibêjin (Bexş).

Bexhsa sêroê di warê abûrî ve dewlemende, ziraet, pezdarî u awa vê bexşê bandorek mezin li ser bajarê mezine Ormiyê heye. Di heyama derbasbûî de sêro bîna bajarokê ticarî yê ser tuxîb hatibû navdêr kirin u niha ji bi bajarê sêro hatiye qebûl kirin di îdareiya parêzgeha Ormiyê de.

Rêka tiranzêtî ya nawbera Îran u Tirkiyê di devera biradostan û rast li bajêrokê sêro re derbas dibe u derîyekî pir dahata gumirkê ye bo parêzgehê. Rojane bi sedan barhelgir u tûrîst li vi derîyê fermî re derbas dibin û têne gumirk kirin, le taze roja 7/7/2015 ew rêka fermî û bajêrokê sêro bûne xwdan polîsê hatin û çûynê(polîsê tirafîkê).

Ewaji ku piştî bêtirî 80 sala ku sêro derîyekî fermî ye di nawbera îran u tirkiyê de, taze dibe xwdan polîsê tirafîkê, berjenga vêye ku hikûmetên îranê çi bihayek nedaye kurdistanê u hertim weke pişekek cihê tirsê bera xo kirine kurdistanê.

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی