Hembêza çiya
Çi hesretek mezin bû
paşî çavnihêriyek dirêj
carek din
Pêşmerge û çiya hev
hembêz kirin û
bûn mizgêniya qonaxek nûya
, xebatê
, Carek din
Çeka destê Pêşmerge û
darberûyên çiya
toza xeribî û dûratiyê vemalîn û
cem hev êvirîn
daku bibne Masûlk û Kekîtê
raçandna Tevna tevgera dijî
,zordariyê
Carek din
Pêşmerge û Roj xuha nav
enya xwe bi
axabanî û
sîbera dar berûya zuha kirin û
tênitiya lêvên xwe bi
ramûsana kanî avên zozana
şikandin
daku rêya Ronahiyê bidomînin,
Careka din
Pêgavên hêdî hêdî û
bi qawete pêşmergan
navtenga çiya û deşt û dolan
dipîve û
ber bi rogeha evîndaran
diherkin,
Careka din
Pêşmerge û çiya
wek hevalê her car
bûne rabûn
bûne hêvî û
Peymana xebat
bo rizgariyê didine Niştîman.
11/7./2015