"an independent online kurdish website

Em ê van pirsan ji Mehdî Zana bikin ku bi salan di şertên dijwar yên zindanên Tirkî de jîyaye, bi xwe heta nêzîkê 40 rojî di grevên birçîbûnê de maye. Lê pêşî em pirsa girtîyên ku vêga di grevê de ne ji Zana bikinmehd_zana

.

Ez ji wan hez dikim. Ev zarokên me ne, qehremanî dikin, diçine mirinê ji bo doza kurdî. Ez ber wan dikevim, bi şev û bi roj dilê min bi wan ve ye.

Mehdî Zana wateya ketina greva birçîbûnê baş dizane. Ji ber ku di salên dijwar yên 80î de wî di Hebsa Dîyarbekirê de bi xwe gelek caran beşdarîya grevan kiriye û gelek hevalên xwe di grevên birçîbûnê de winda kirine.

Grev, yan rojîya birçîbûnê awayek ji têkoşîna sivîl ya sîyasî ye. Kesê ku dikeve greva birçîbûnê de avê vedixwe lê xwarin naxwe. Dema mirov li çalakîyên bi vî awayî yên ku berê hatine kirin dinêre, tê dîtin ku piştî 40 rojî jîyana kesê di çalakîyê de dikeve xeterê{jcomments off}.

Eger çalakvan avê jî venexwe jê re dibêjin rojîya mirinê û hingê ev mudet kêmtir e.

Wek awayê protestoyî tê dîtin ku herî zêde girtîyên sîyasî dikevin grevên birçîbûnê de. Bi taybetî li Irlanda girtîyan gelek caran serî li vî awayê çalakîyê xistine. Lê piştî salên 80î di cîhanê de yek ji wan welatên ku herî zêde girtî lê dikevin grevên birçîbûnê de Tirkî û Bakurê Kurdistanê ye.

Bi greva birçûbûnê ya li Zindana Dîyarbekirê di havîna 1982ê re xwebirçihiştin wek metodek têkoşîn û berxwedanê di nav kurdan de belav bû.

Wê demê ji avakirên PKKê Heyri Durmuş biryara ketina greva birçîbûnê radigihîne. Hin hevalên Durmuş yên din jî beşdar dibin û di dawîyê de çar kes ji birçîna dimirin. Yek ji van çar kesan Akif Yilmaz wê demê li cem Mehdî Zana ye.

Dema Xeyrî Durmuş wan qerar dan Akif li ba min bû. Ez û wî di bin paltoyê min de radizan. Du hevalên din jî hebûn. Got : “Xalo, ez ê têkevim rojîya mirinê”. Min jê xwest ku ecele neke ji ber ku hevalan gotibûn eger hevalek mir yekê din bera têkeve cîyê wî û bi vî awayî dirêjkin. Lê wî got : “Wele Xalo ez tehamul nakim” . Rabû ji qerdîyan re qîrîya, wî jî çû ji yuzbaşî re got. Yuzbaşî hat çera kir û got : “Ulan bênamûsno, kurê bêşerefan, kî ji we dikeve rojîya mirinê îro qerara xwe bidin. Ji îro û pê de em qebûl nakin”. Em li tengehên 35an bûn lê yên diketin rojîya birçîbûnê dibirin ya 36an. Akif birin wir, ew çû gihîşte wan, paşê çûne mirinê.

Wê demê televîzyon, radyo, rojname ji girtîyan re qedexe ne. Çûnûhatina serdanîyan jî nîne, lê dîsa jî girtîyan bi rêbazên cuda yên li gor qaîdeyên zindanê qaçax danûstandin bi hev re didanîn.

12ê îlana 1980î gava leşker li Tirkî dest dideynin ser hukimdarîyê Mehdi Zana şaredarê Dîyarbekirê ye û yekser berê wî didin zindanê. Di 11 salên zindanîya wê carê de Zana gelek caran beşdarî grevên birçîbûnê bûye û ew bi serpêhatîyek trajîkomîk behs dike bê di van salan de wî çiqas wext di grevan de derbas kiriye.

Du caran her carekê 37 rojan ez di rojîya birçîbûnê de mam. 21 roj, 20 roj, 16 roj bi vî awayî pir rojîyên birçîbûnê min dîtin. Piştî 11 salan wexta ez ji hebsê derketim kaxezek ji Adlîya Dîyarbekir ji min re hat. Dinivîsî: ”Yanzdeh salan te ewqas nan xwarîye, gerek tu perê wê bidî”. Perê min jî tune, ez çûme ba sawcî min jê re got: ”Bavê min, erê yanzdeh salan ez di hebsê de mam, lê heşt salên wê em di greva birçîbûnê de bûn. We ew jî ser me nan hesab kiriye”.

Insan û zindî gişt bi xwarin û vexwarinê ser pîyan e. Gerek mirov rojê sê danan xwarin bixwe da ku bi saxlemî bijî. Vêca gelo mirovek ku 30, 40, 50 rojî xwarin nexwe dikeve çi halî, çi bi laşê mirovan tê? Mehdî Zana behs dike bê mirov çawa roj bi roj dihele.

Piştî 18-20 rojan ji navê û berjêr çokên meriv dicemidin. Piştî 20-22 rojan êdî av ji te re tal tê, lê ava germ ji te re xweş tê. Piştî 24-26 rojan tu dest bi xwînê dikî, wek emelê kêm kêm davêjî. Piştî 28-30 rojan xewa te êdî pir nayê, tu şîyar î, lê dicemidî. Min sê eşortman li xwe kiribûn, pantor jî ser de, dîsa jî min sar bû. Piştî 30î di zarokîyê de heta wî çaxî, hebo hebo te çi xwarîye tê ber çavên te. Heta 30 rojan tu dadiqurtînî lê tiştek tuneye. Qirka te hînî xwarinê bûye, demek tebîeta însana ye bê îrada te qirik li xwarinê digere. Piştî 32an tu hîn dibî, êdî xeyal dest pê dikin. Tu li mirinê difikirî, diçî ber bi malê de, welat de. Lê bawerî mirovan taf dide.

Mehdî Zana dibêje ew di grevan de bi êşa organan nedihesîya. Lê mirov pir bêqewet dibe, dicemide û nikare raze. Piştî 44 rojan êdî tesîr digihîje çavan û li 48ê derbe digihîje mêjî.

Di vê navberê de Zana dîyar dike ku hevalekî wan di roja 41ê de rehmet kiriye û laşê mirovan ji hev cuda ne.

Vêca ji bilî zeîfî û lawazîya laşî di vê dema xwebirçîhiştinê de ji alîyê rûhî ve mirov çawa ye, li çi difikire?

Hişê herkesî li hevalan e. Bê heval çawa ne? Çi dikin? Çi dibe? Tiştekî ku ez bawerim di herkes lê difikire, tu dibê ez çawa dilê dijminê xwe rehet nekim? Ez çawa biserkevim? Jîyana te ya zaroktîyê, heta tu li wir, malbata te, tev tê ber çavên te. Tu êdî jîyanê, dinyayê, hebûnê, bûyeran dinêrî. Bê çima wiha bû, pirsan ji xwe dikî û ser wan radiwestî.

Çaxê gotin tê ser grevên birçîbûnê yên niha ku berdewam in Mehdî Zana xwe nagire û di hevpeyvînê de gelek caran digirî. Ew dibêje kesek piştî bêxwarinmana 50 rojî êdî zehmet e vegere jîyanek bi selametî û hêvîdar e zû ne dereng daxwazên girtîyan bên pejirandin.

Eger ez bizanibim feyda vê rojîya mirinê ji doza kurdî re heye, gereke ewilî ez bikevimê. Vêca ev xort qehremanî dikin, dilê min bi wan ve ye, ez ji wan hez dikim. Înşallah rojek ewiltir daxwazên wan werin cî, qe nebe ew jî şehîd nekevin, guneh in.

Beşir Kavak – sverigesradio

Avesta kurd

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی