"an independent online kurdish website

Em piştgiriya gireva  birçîbûnê ya zîndaniyên siyasiyên kurd dikinala-kurdistan_

Daxuyanî ji bo rayagiştî:

Mixabin, ev ji 60 rojan zêdetir e ku zîndaniyên siyasî yên kurd di girtîgehên cuda yên Turkiyeyê de, ji bo bicîhanîna hin daxwazan, di gireva birçîbûnê de ne.

Em daxwazên zîndaniyan digel pirsa siyasî, wek pirsgirêk û berpirsiyariyeke însanî dibînin. Rengê însan, ol û dîtina însan ya siyasî çi dibe bila bibe, mafê jiyanê ji bo herkesek e, mafekî xwezayî û pîroz e. Em qedir û rûmeteke bilind didine mafê jiyana hevwelatiyên xwe û bi giştî ya hemû mirovan.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya herçar beşên Kurdistanê dike, piştgiriya gireva  birçîbûnê ya zîndaniyên siyasî yên kurd û daxwazên zîndaniyên siyasî yên di girtîgehên Turkiyeyê de ne, dike.

Em daxwaz dikin ku desthilatdariya siyasî ya Turkiyeyê ji bo çareserî û bidawîanîna pirsgirêkê, bi zîndaniyan re diyalog deyne, daxwazên wan qebûl bike û rê nede ku bi dehan cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derkevin û ev pirs aloztir bibe. Herweha, em ji saziyên navnetewî daxwaz dikin ku ew jî, ji bo parastina jiyana zîndaniyên kurd yên siyasî û bicîhanîna daxwazên wan helwesteke tund bigrin.

Em bangî girtiyên siyasî dikin: Mafê jiyanê mafekî pîroz e. Miletê kurd, miletekî aştîxwaz e, rêz li mafê jiyanê digre û ji bo jiyaneke xweştir têkoşîn dide.

Ji roja damezirandina Komara Turkiyeyê heta vê serdema me, bi mîlyonan kurdên Bakurê Kurdistanê di zîndaneke servekirî de dijîn. Digel pêşveçûna van demên dawîn ya di warê demokrasiyê û pirsa kurd de, miletê kurd ji mafên mirovîn, ji mafên demokrasiyê û yên netewî mahrûm e.

Em wek Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, çareseriya pirsa kurd di diyalogê de, bi riyên aştiyane û di tedbîrên siyasî de dibînin. Kuştin, zîndankirin, tundî û şidet ne çareserî ne.

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ{jcomments off}

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی