"an independent online kurdish website

Di van roja pîroz de, ku rojeke gelek giring e, di dîroka neteweya Kurd de, ez ji xwe dipirsim, gelo me di va dema dirêj decan_kurd

, ji avakirina komara Kurdistan ve, ta îro, çi nîşan dan cîhana derdora xwe, ku rast em neteweyekin ji neteweyên va gerdona fireh! Ka, em çend gavan bi pêş ve çûn, di rêya azadiya xwe de? Di avakirina mala xwe de, di paristina hebûna xwe de, li hember van hêrişên hovane, ku ji her aliyekî ve bi ser me de tên?

22 Çile 2013 Sêşem 10:38

Di nêvbera roja me ya niho û roja Mahabadê de demeke dirêj, tijî tehlî û sorbûn di ser me re derbas bû, hema rewşa me hîn wekî berê ye, rewşa parçebûnê ye, û em ta niha wekî neteweyekê bi histobariyên xwe yên serekîn ranabin, em siyasetên partînî, navçeyî û tejtejî dikin, bo me yek rêberî nîne û bo me gotareke siyasî ya yekbûyî nîne.

Li Mahabadê me yek ala hebû, îro alaya me ne yek e. Li Mahabadê me yek partî hebû, îro partiyên me gelek in, hema parçekirî, jarkirî û bêwatekirî ne. Li Mahabadê me yek leşker hebû, îro leşkerên me gelekin, hema ne di bin destekî de ne, û li Mahabadê me yek rêber hebû, hema îro gelek rêberên ne wek hev diramînin hene.

Neteweyek gava xwe dinase, hoşyartir dibe, mafê xwe dizane, armanca xwe ya serekîn dide ber xwe, pilanan bo bidestxistina wê armancê pêda dike, û çareyan bo serkeftina xwe dibîne, lew re hebûna neteweyekê bi hoşyariya wê ve têye zemrandin û bi hev xistin. Lê gava neteweyek ne hoşyar be, rê li ber wê dibin gelek rê ê rêçik, armanc tev li hev dibin, pêşengî dikeve destên nezanan, û bêhêzî ji ber nakokiyên navxweyî çêdibe, û netewe nema dizane çewa xwe ji bin zorbaziyê azad bike, barê ser milên wê girantir dibe, rê dirêjtir dibe û ew netewe ji {jcomments off}şaristaniya cîhanî bi paş dikeve.

Ji ber vê, ez dibînim, ku rewşa neteweya Kurd, di dema avakirina komara Kurdistan de, li Mahabada serbilind, ji rewşa wan a îro hêjatir bû. Me dizanî axaza me an daxwaza me çiye, me dizanî kî rêberê pêşeng û pêşewa ye, me dizanî kî serleşkerê Kurdistan e, û ala ku em di ber de xûna xwe bidin çi ala ye, mixabin, îro rewşa me tevlihev e, lew re dilên gelek mirovêd Kurd şikestîne, ji xebat û kefteleftê sar bûne, û hene ji me Kurdan tew nizanin bi pey kê Kevin…

Qey, netewe wilo tên avakirin

Avesta kurd

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی