Rojnameger û nivîskar Perwer Armed di pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê de li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derxistine holê, ku heta niha nedihatin zanîn.
Von Celil Kaya
Di 17’ê Îlona 1992’an de, sekreterê giştî yê KDP-Î Dr. Sadiq Şerefkendî, nûnerê Fransa’yê Fettah Abdolî, nûnerê Almanya’yê Hûmayûn Erdelan û wergêr Nûrî Dehkordî li Berlîn’ê di restorana Mykonos de, hatin qetil kirin. Şandeya KDP -Î li ser vexwendina SPD’ê hatibû Berlîn’ê, da ku di Kongreya Sosyalîst Înternasyonel de beşdar bibin. Wê rojê biryar bû, digel nûnerên din ên muxalefeta Îran’ê kom bibin.
3 sal beriya wê suîqastê anku di 1989’an de, serokê KDP-Î yê beriya Dr. Şerefkendî, Abdurrahman Qasimlû jî li Vîyena’yê li ser maseya muzakereyên digel Îran’ê de hatibû kuştin. Sê kujerên Abdurrah Qasimlo, bêyî ku werin darizandin serbest hatin berdan. Heta yek ji wan xwedî pasaporteke dîplomatîk bû û bi eskorta polîsa Awisturyayî heta balafirgehê çûbû. Jê dihat tirsîn, ku heman tişt li Almanya’yê jî rû bide û kujer bifilitin. Lê belê weha nebû, û di encamê de Dadgeha Bilind a Berlîn’ê biryareke dîrokî da.
Darizandina Mykonos’ê 13 meh piştî bûyerê dest pê kir û 3,5 salan domr kir. Doz di 10’ê Nîsanê 1997’an de, piştî 247 rûniştin û guhdarîkirina 170 şahid bi dawî hat. Hemû bersûc hatin mehkûm kirin. Ebbas Rhayel û Kazem Darabî cezayê muebbetê stendin. Dadgehê herweha, 4 serkirdeyên Komara Îslamî ya Îran’ê jî ji ber ku fermana suîqastên dij muxalîfan dane wekî sûcdar pênase kirin. Rêberê Cumhurî ÎSlamî Elî Xamaneyî, serokê wê demê Ekber Haşimî Rafsancanî, Wezîrê Derve Elî Ekber Velayetî û Wezîrê îstîxbaratê Elî Fellahiyan. Bi vê biryarê dadgehê cara pêşîn êrîşek wekî “terora dewletê” bi nav kir.
