"an independent online kurdish website

Piştî bi serderbasbûna 18 mehan li ser raperîna gelên Sûriyê li dijî dîktatoriya BeşarEsed û bi vê re kuştina sivîlan û wêranbûna Sûriyêmetin_rojhelat1

,Dema em rewşa niha ya Sûriyê dinirxînin, evyek bi xwe re encamên pir cûda û balkêş dide diyarkirin, ya destpêkê  eveye ku sererayê hemû hewlên civata Navnetewî ,ne tenêtunûtîjî li Sûriyê nehatin sekinandin lê her ku çû asta tunûtîjiyan bilind bû û rijîma Esed hîn zêde jibo serkutkirina şoreşê tevgeriya.

A din û ya herî girînig, bêhêvîtiya gel, ji hewlên civata navnetewî jibo çareseriya ev qeyranê bû, jiber ku bi çevê gelde herî hêz û aliyê ku bikariba dawî bi wan tundûtîjiyan bîne navbîjvaniya hêz û aliyên rojava û bi taybet rêxistina Neteweyên yekbûyî bû ku ev jî bi hemû hewlên xwe bêncam ma û nekarî çi serkeftinek, di  pilanên xwe yên aşîtîxwazane,  li Sûriyê de bi destbîne.

Hêjayê gotinê ye piştî guhastina navenda serekî û fermandariya Artêşa azad li Tirkiye ve bo nav axarizgarbûyî li Sûriyê ,tê xuyakirin ku her du aliyan, rêya çareseriyê di  berdewamiya şer de dibînin û bi çi awaye kê amade nînin pilaneke din jibo çareseriyê hilbijêrin. Ji ber ku di hilibijartina her cure pilenekê de, bi danîna şert û mercan, dixwazin,daxwazên xwe bidin esasgirtin.

Diyare ku rewşa heyî ya niha li Sûriyê her bi vî awayî berdewam be, wê artêşa Azad hewl bide bi rêxistin û bi hêzkirina xwe,pilana şereke bê eman, jibo rizgarkirina her du bajarên mezinyên Sûriyê ,Şam Û Helebê darêje . ev jî tê wateya , bilindbûna asta tunûtîjiyan li Sûriyê û bi bar anîna xisarên canî û malî, ku helbet, gel jî wê para xwe lê bibine.

Bêguman Kurd jî weke pêkhateyeke serekî li Sûriyê pêwîste xwe li bermaberî egera her cûre guhartinekê xwe rêxistin û amade bike, hêjayê gotinê ye parastina destkeftên niha yên kurdan li Sûriyê, erka hemû hêz û aliyên siyasî ye û remza serkeftina kurdan li Sûriyê, yekrîzî û yek helwêstîya partiyên Siyasîy e .

Felsefeya bingehîna ya hebûna hêzên niha li Sûriyê çi desthila û çi opozisiyon liser bin pê kirina mafê kêm netewan , bi taybeta ya kurdan hatiye dariştin . Esed ê bawerî bi komara Erebiya Sûriyê bi desthilatiya partiya Be`s  heye û heya niha jî bi vê felsefeyê , mafên kêm netewan bi fermî nas nekiriye.

Felsefeya avabûna artêşa azad yan jî Êxwan û El-Muslimîn jî dûr ji felsefeya Esed, nîne û her niha da diyare, ger ku di dema pêş de, desthilata Sûriyê bikeve destê Êxwaniya (Selefîyan) , wê bi her awayî li dijî daxwazê Kurdan bisekinin, bo vê yekê jî hêzên Kurdan li şûna ku  ji bo peyda kirina dostan, li derdorê  xwe digerên, pêwîste ku berê xwe bidin mala xwe û yekrîzî û hevpeymaniyê di mala xwe de çê kin.

Ez bawerim ger ku hêzên Kurdî yek negirin û dengê wan û daxwazê wan yek nebin , nikarin li hember şepola guharitinên dema pûş li Sûriyê berxwe bidin.

Pêwîste daxawaz û mafê Kurdan di  çarçûveyafelsefeya azadiya gelê Kurd ve bê destnîşankirin ji ber ku ne felsefeya hebûna komara Erebî ya Sûriyê û ne felsefeya Ometa Îslamî ya Êxwanan , di naveroka xwe li dijî felsefeya azadiya kurdan daye û vê dema pêş de, ev nakokiye wê bibe sedema tundûtîjiyan û li hember wan tundûtîjiyan bi tene hêzek dikare berxwe bide ev jî yek dengî , yek helwêstî û hevpeymanî di navbera partiyên siyasî deye.

{jcomments off}

 

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی